Ziman ewladê axê ye

Gulgeş Deryaspî

Însan hînbûniyên xwe, ceribandin û tecrûbeyên xwe bi amûrên pênc organan digire. Ev jî çav, guh, poz, ziman û hêstên (tem, sarbûn, germbûn û hwd) çermî nin. Ger organek dinê li bedena me zê de bûya dê çawa bûya?

Teqez tiştên ku em ji jiyanê hîn bûbûna, ger sedî pêncî be, dê bûbûya sedî şêst, an jî zêdetir.

Bi van pênc organên xwe em dibînin, seh dikin, hîs dikin, ditemişin, diaxivin û bêhn dikin. Tiştên ku em nebînin, nebihîsin, netemişinin û hîsnekin em nikarin bibêjin, binirxînin, parve bikin, tez û sentez bikin. Ji ber wî tenê em dikarin tiştên ku ji axê zêde dibin wan bibînin, bibhîsin, bêhn bikin û hwd. Di vir de rola bînarkirina însanê girîng e.

Helbet ajal jî bînar dikin lê binarkirina însanê pêşdeketîtir e.

Însanên ku li ser axekê da hatibine jiyanê, ceribandinên xwe jî tev li ser wê axê pêş dixin û ev ceribandin jî ne tenê ceribandina nifşekî ye, ceribandina salan e.

Esl û cisnê axê jî, neteweya axê jî heye. Zonal û Azonal serekebin jî ew jî vediqetine binbeşan. Wek Axa sor, axa qehweyî, axa spî, axa seqî, axa sîst, axa çolî, axa çoraq… Hîn jiyanewar li ser her axê hebin jî mixabin gelek jiyanewar tenê li ser axa xwe şîn dibe û dema biçe ser axek dinê jî xwezaya wê diguhure, eslê wê dimire û vedigere tiştek dinê.

Wek gula reş a Xelfetî ku tenê li Xelfetî de reş e û dema diçe cihek dinê rengê wê diguhere û ji reşbûnê derdikeve.

Helbet mînakên ajal, fêkî, sebze û giyanewerên dinê de jî gelek mînak hene, wek muzê, purteqalên ku di axên sar de şîn nabin. An jî fekiyên çolê (xurme) ên tropîkal (Ananas, Mango)… bi vî aweyê ajal jî hene wek, fîl, kerik (dewe) zirefa, meymûn, celebên marê… Ev tev tenê çend mînakin, hebûnên cûda ên li ser axan bi pirtûkan bên nivîsandin naqedin.

*

Însan jî li ser axa xwe şîn dibe û li axa xwe diçe. Li mara xwe, fîla xwe, mirîşka xwe, bahê xwe, bahozê xwe, şîliya xwe, berfa xwe, germahiya xwe, sarmeya xwe… Zimanê însanê, rîtma zimanê însanê, dengên nav peyvên însanê, tev bînarkirina (texlît) xwazaya axa ku însan li ser dijî ye. Netew ji axê zêdebûnê, çermsor, çermreş, çermspî zerik e.

Em hêstên xwe jî ji axa xwe hildidin, tevgerên xwe jî. Dema seg bi hêrs dibe êrîşê segek dinê, gurek an tiştek dinê dike, mar dizîka dimeşe, masî xwe jibîr dike, fîl zana ye, ker li gorê hînbûnên me nezan e, pisîk bi mereq e, hesp hêz e, xezal têk diçe… û însan ji van hîn dibe.

Yê ku van bi rêk û pêk diceribîne ziman e. Neteweyên ku dev ji zimanê xwe berdin, di heman demê da dev ji axa xwe û ji van ceribandinan hemî berdidin. Û wek gula Xelfetî dimirin, xwezaya xwe diguherînin, ji tiştekî derdikevin û dibine tiştek din. Ev ji axa xwe ra, ji jiyanewarên ku mamostetiyê dikin ji însanê ra, ji paşeroj û pêşeroj û hemî jiyanê ra îxanet e.

Karçîn fêkî ye lê bêhna sêvê nade, sêv fêkî ye lê tema henarê nade, mirîşk ajal e lê wek kerê nazire. Pişkilê wan, çîrta wan, rêxa wan û fişqiya wan jî ji hev cûda ye.

Herî dawî însan lal be jî di şeklê axa xwe da têkîlî datîne û tenê axa wê/î ew fam dike. Û jiyan li ser “xwedanfamkirin”ê ava dibe.

*

Însanên ku bi hezaran salan li çiyayan de jiyane û însanên ku dîsa bi hezar salan li devê deryayê jiyanê gelek cudahî di navbera wan de heye. Erdnigariya ku çiyayî de bi piranî berf jî dibare. Helbet çiyayên ku nêzikê ekvatorê ne rewşa wan cudatir e. Lê çiyayên ku bilind in him berfa wan heye û him jî bi zinar û lat in. Însanên ku di quntara çiyayan da dîjîn li gorê şert û mercên derdorê durûv hildidin û jiyana wan li gorê şert û mercê têşe digire. Mînak civakek dem ali quntara çiyayên bilind bijî û derdor tev çiya û pozik bin, deşt û zevî kêm bin ew civak mecbure dewaran xwedî bike, bi dewaran ve jiyana xwe bidomîne, li gorê jiyana dewaran pêwist e tev bigere.

Yanê mecbûre zivistana dirêj de zikê wan têr bike da ku nemirin. Ji bo vî jî havîna xwe bi amadekariya zivistanê didomîn in. Li pê dewaran li çiyayan de dimeşin û rîtma çiyayên seqem hildidin. Dema ji malbatek kesek li pê çêlekan çû serê çiyayek û dema kesek dinê di heman demê de li pê berxikan çû çiyayek dinê ji hev dûr dikevin û di heman demê de mecbûrûn ji bo ku karên xwe yê rojana bidomînin bi hev re tekîlî daynin. Ji bo ku dengê hev bibihîsin û karê xwe yê rojane bidomînin bi dengê bilind kuli çiyayan belav dibe, diaxivin û her rojên wan, salên wan, nifên wan wiha didome.

*

Zivistanê jî li pişt bixêriyê çîrokan ava dikin, stranan dibêjin da ku dem bibore. Ger ne bê ceyran, bê televîzyon, bê tablet 6 meh, 7 meh hey ali hîn cihan 8 meh zivistan derbas nabe. Dîsa di heman demê de xwerin û vexwarinên vî civakê jî bi piranî dibe goşt an jî giya û sebzeyên herêmê. Gotinek heye dibêje ku “an em vedigerine tiştên ku em dixwin, an jî em ji xwe tiştên ku em dixwin in”. Belê însan jî parçeyek erdnîgariya xwe ye û li ser wê erdnigariyê şîn dibe. Ew tiştên kum e li jorê nivîsandin tev dibîne, sedem ku çandek ava bibe, baweriyek ava bibe, zimanek ava bibe, tecrube û ceribandinek ava bibe, zanîn û hişmendiyek ava bibe.

Dîsa heman tiştê mirov dikare ji bo kesên ku di bendava behrê de dijîn bibêje. An jî li çolê û daristanan de dijîn, yan jî li welatên germ û sar de dijîn bibêje. Werhasil her însan li ser axa xwe şîn dibe, zimanê wê, çanda wê, zanîna wê, hişmendiya wê li gorê ceribandinên şert û mercên axa wê pêş dikeve. Mesela kesên çiyayî ji ber sedemên kum e li jorê hejmartin bi dengekî bilind diaxivin û bihîstina guhê wan li gorê wê form digire. Û dîsa kesên ku di deştan de dijin heya neyêne cem hev nikarin dengê hev bibîhîsîn.

Çiya dengan belav dike, deşt dengan diqulipînê. Ev jî dibe sedemê şeklê axaftina civakê û şeklê axaftinê jî dibe sedemê kesanetî û nasnameyê.

Ziman jî li gorê rîtma şert û mercên erdnîgariyê şîn dibe, pêş dikeve û xwe ava dike, nû dike û dibe tûra ceribandinên civaka erdnîgariyê. Ji ber wî dema ziman têk biçe bîr û hizra civakê, derûniya civakê têk diçe. Ji ber wî pêwist e civakên ku li ser axakî de dijin, mecburin a yekemîn zimanê xwe biparêzin. Ger ne dê wek gula Xelfetî taybetmendiyên xwe winda bikin û ji rastiya xwezaya xwe dûr bikevin. Ku ev jî dibe sedemê celebekî mirinê.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*